Ana SayfaKültür-Sanat15’Ê GULANÊ | Roja Cejna Zimanê Kurdî

15’Ê GULANÊ | Roja Cejna Zimanê Kurdî


HUSEYN ELÎF   


Hawar dengê zanînê ye. Zanîn xwenasîn e.

Xwenasîn ji me re riya felat û xweşiyê vedike.

Her kesê ko xwe nas dike; dikare xwe bide naskirin.

Hawara me berî her tistî heyîna zimanê me dê bide naskirin.

Lewma ko ziman şerta heyînê a pêşîn e.

 [Celadet Alî Bedirxan, Hawar hej. 1, 1932]

Beriya 85 salan niha, Celadet Bedirxan van gotinên xwe neqişand ser hejmara yekem a Hawarê. Didan diyarkirin ku ew û hevalên xwe Hawarê, bi vê mebestê derdixin pêşberî miletê xwe. Bi mebesta ziman.. da ku miletê kurd xwe nas bike, heyîna xwe piştrast bike. Ev gotin li sirgûniyê hatin nivîsîn, ji welêt dûr, ji miletê xwe cuda. Bi qaçaxçî û bazirganan re digihîşt welêt, nav destên “xwende û hişyaran”. Lewra, neyaran jî bi qasî Celadet dizanibû ku ziman heyîn e, xwenasîn e û dîsa dizanibûn ku têkçûna mîletekî, dê bi înkar û qedexeyan çê bibe.

Celadet û hevalên xwe, dev ji doza xwe ber nedan, bi hesreta welêt û mileteke azad û xwenas, çûn ser dilovaniya xwe. Zimanê wan, ê ku têkoşîna xwe li ser ava kiribûn, sêwî û di nav dîwaran de girtî ma. Lê heyîna xwe parast, xwe neda jibîrkirin. Heta ku derî vebûn, kurd derketin derve.

Bi şewitandina gundan re, kurdan deriyê xwe vekirin û berê xwe dan bajaran. Di pêvajoya adaptasyonê de, zimanê piranî malbatan guherî. Herwiha bi belavbûna televizyonên tirkî re, ji rexekî din ve lehiyek li ser kurdî rabû. Îro dema em bala xwe didinê, di mala her kurdî de, tirkî tê axaftin û ev yek her roj, bîst û çar saetan dom dike. Ne muhîm e ku di wan xaniyan de kî bi tirkî diaxive, dibe ku ev televizyon be an jî endamên malê bi xwe bin. A muhîm ew e ku kurdî, ango zimanê wan bixwe, nayê bikaranîn, an jî tê bikaranîn lê di performanseke daketî de. Mirov nikare texmîn bike, ku ev rewşa xembar dê heta kengî dom bike lê mirov nikare hêviya xwe jî bibire, ji ber ku alternatîfên têkoşîna kurdan a li ser ziman û heyînê, çîqas diçe zêdetir dibin. Mamosteyên zimanê kurdî û xwendekarên wan, Zarok tv, rojnameyên bi kurdî, platformên medyayên civakî ên bi kurdî û çalakiyên li ser ziman di vê rewşa xembar de, warên kêfxweşiyê ne. Lê divê neyê jibîrkirin ku riyeke dirêj li pêşiya kurdan heye û ev rê bi axaftin û perwerdeya zimanê dayîkê temam dibe.

Ji 2006 an û bi şûn ve 15ê Gulanê wekî “Roja Cejna Zimanê Kurdî” tê pîrozkirin. Helbet tiştekî ku em pîroz bikin hema ku bêje nemaye, lê armanc ew e ku hişyariya li ser kurdî bête zêdekirin û şîreta Celadet û hevalên wî nehête jibîrkirin. Bi vê mebestê, Roja Cejna Zimanê Kurdî li we pîroz dikim!

Bi kurdî bijîn, xweş bijîn!

Previous post
KÜRT DİL BAYRAMI | Türkiye’de Kürtçe gazete çıkartmak
Next post
8. Ana Jet Üssü'ne giren servis aracında patlayıcı tespit edildi